# Nav Mane
1 Îlam Alam. Eylam. Îlam. Bi zaravayê avestayî a madî wate cihê derketina tavê. Herêmek e li Kurdistanê ku yek ji wargehên kevn ên Kurdan bûye di dirêjahiya dîrokê de. Zaravayê wan kelhorî û lekî ye, lê di rastî de divê bêjne zaravayê wan zaravayê feylî yan pehlewiya kevn ku zimanê gatayên Zerdeşt e. Berê digotne Îlamê “Piştko”.
2 Îlok Rewend û êlên piçûk. Hêlûna piçûk a teyran.
3 Îrazto Erarto. Paytextê Kurdên Manayî bûye ku dibe xaniyên kavilbûyî ên herêma Zêwiye li 50km a Seqizê û beşeke “Bokan”a niha.
4 Îrevan Yerîvan. Êrîvan. Paytexta Ermenistanê ye û gelek Kurd jî lê dijîn.
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!