Enerjî û erdnîgariya enerjiyê li Başûrê Kurdistanê

Enerjî wate hêza hewce bi rêjeyeke diyarîkirî ji bo encamdayîna karekî. Ew Enerjî dikare ji mirov û alavên xav, amûr û xûrek û tîrêjên tavê û ba û ... hwd bi dest bê.

Dîroka bikarhînana enerjiyê

Kurdshop -  * Yekem car navê erdnîgariya enerjiyê li destpêka nîvê duyem ê sedsala borî û sedsala
bîstem li Fransayê hate bikarhînan. Di destpêka çêbûna mirovatiyê de mirov kariye hêz
û enerjiya laşê xwe bi kar bîne bo encamdana karekî ku kiriye, heya wê demê ku kariye
sûdê ji enirijiya tavê û ba û avê werbigre, û piştre jî çavkaniyên nû ên enerjiyê peyda
kirine, wek çavkaniyên kanzayî.

 
Di destpêkê de mirov kariye rejûya kevir wek çavkaniya enerjiyê peyda bike; piştre bi
sedema geriyana berdewam a mirov û pêşveçûna mirovahiyê, karîn enerjiyeke nû û
bêhtir peyda bikin wek petrol, gaza xwexayî û … hwd. Heya wiha lê hat ku berdewam
rojane çavkaniyên nû ên enerjiyê hatin dîtin.

Enerjî bi awayekî serekî bi ser du awayan de tê parvekirin:

Enerjiya nûbûyî an berdewam
1-Enerjiya nûbûyî wate ew enerjiya ku ji xwezayê ve tê û berdewam heye û nabire wek
roj, ba, germahiya hundirî erdê û … hwd.

Enerjiya Fosêlî
2-Enerjiya fosêlî wan enerjiyan digre ku di xwezayê de hene û bi dawî dibin wek neft,
rejûya kevir û gaza xwezayî.

Şaristaniyeta her welatekî jî girêdayî ye bi wê enerjiya ku heye. Bi xweşî ve ger em
bixwazin behsê berhemhînana enerjiyê li Kurdistanê bikin bi taybetî li Başûrê
Kurdistanê, li gor standarda cîhanî, Kurdistan hilkefta wê a erdnîgarî bi awayekî ye ku
şiyana berhemhînana enerjiyê bi hemû awayên wê ve heye, wek:

1-Enerjiya tavê
2-Enerjiya ba
3-Enerjiya avê
4-Enerjiya neftê

5-Enerjiya gaza xwezayî
Enerjiyên nûbûyî ew Enerjî ne ku bê dawî ne, û çêdibe ku mirov sûdeke zêde ji wan
bibîne li çav enerjiyên din ên wek neft û rejûya kevir û … hwd ku hem jîngehê pîs dikin û
hem jî rojekê bi dawî tên.
Li Kurdistanê heya radeyekê zêdetir pişt bi enerjiyên pîsker hatiye girêdan bo tijîkirina
dahata navxwe û pîşesaziyan. Lê bi xweşî ve çendîn proje di halê cîbicîkirinê de ne û
çendîn projeyên din jî carê pilana wan tê danîn û pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi
vî rengî ye ku di heyama şeş salên bê de, berhemhînana elekterîkê ji enerjiya paqij di
erdnîgariyên kêrhatî de diyarî bike ku rêjeya berhemhînana wê ji %20 ve bike %47.

Enerjiya rojê jî di warê pêgeha erdnîgarî a Kurdistanê de, bo guherîna wê bo enerjiya
elekterîkê dikare li piraniya herêmên cuda ên Kurdistanê mifa jê bê wergirtin, û heya li
parêzgehên wê jî. Bi xweşî ve çendîn projeyên berhemhînana elekterîkê li parêzgehên
Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê kevirê xîmê wan hatiye danîn ku şiyana berhemhînana 131
KW hene. Di warê enerjiya avê de jî çendîn bendav li Kurdistanê hene, ku çavkaniyên
girîng ên berhemhînana enerjiyê ne wek: Dukan û Derbendîxan ku du bendavên sereke
ne li Kurdistanê û sûd ji wan tê wergirtin.

Bikarhînana ba an jî germiya hundirê erdê heya radeyekê li Kurdistanê lawaz e, lê
çêdibe ku di siberojeke nêzîk de bi awayekî girîng sûd ji wan çavkaniyên bêbinî bê
wergirtin bo berhemhînana Enerjî û paşekeftkirina wê.
Bêguman hewleke baş jî hatiye dan bo sûdwergirtin ji enerjiya ba ku wê jî hewcehî bi
bileziyeke diyarîkirî a hewayê heye bo ku em bikarin têhna elekterîkê ji bayê berhem
bînin. Ew rêje jî 3.6 M di çirkeyekê de ye ku bêguman piraniya herêmên cuda ên
Kurdistanê kêrhatî ne bo berhemhînana enerjiya elekterîkê ku şiyana dabînkirina 4000-
4500 MW/H de heye ku ew yek jî enerjiyeke zêde û bêbinî ye ger bê berhemhînan. Di
vir de eşkere dibe ku pêgeha erdnîgarî a welatê me bi awayekî ye ku em dikarin sûdê ji
hemû afirandinên wê ên xwezayî jî werbigrin, çi di warê Enerjî, giya, dahatên kanzayî,
av û hewa, xak, av, pêkhateya gelogy û … hwd ew hemû sermiyanên welat in ku divê
em sûdê ji wan werbigrin, ger em wiha bikin me hewcehî bi Enerjî û berhem û ti tiştekî
bîhaniyan nabe.

Hebûna wan çavkaniyên xwezayî, bingeheke girîng in bo nîşandana aliyê vegeşîna her
welatekî û derketina stratejiya wî welatî, ku wiha bû herêma me jî bêpar nîne ji wan
çavkaniyên xwezayî ku pêgeha herêma me bilind dikin. Heya niha jî bi awayekî gelek

baş karîne sûdê ji wan çavkaniyan werbigrin, û bibe çavkaniyeke baş a enerjiyê bo
bikarhînerên vî sînorî.
Ger em bikarin bi berdewamî sûdê ji çavkaniyên bêbinî werbigrin, wê demê ne tenê em
ê bikarin hewcehiya enerjiya navxweyî berhem bînin, heya çêdibe ku mirov bo herêmên
derdorê jî bişîne (wek başûrê Îraqê û Sûriye û Koweytê û … hwd) ku ew yek jî bandorê
dike ser vegeşîna aborî û bilindbûna dahata neteweyî û dirustbûna bazerganiyê li
aliyekî û dirustbûna têkiliya bihêz digel herêmên derdorê ji aliyekî din ve.

N: Hanî Muradî

KURDŞOP
968 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!