Lêkolîn: Hişê çêkirî dibe ku 300 milyon kesan bêkar bihêle

Li gor raporta banka veberhênanê ya Goldman Sachs a navenda wê li Amerîkayê ye, hişê çêkirî û bi wê ve girêdayî ew teknolojiyên ku pêşdikevin dikare 300 milyon kesan bêkar bihêle.

Zagros Cîlo

Kurdshop – Li gor raporta banka veberhênanê ya Goldman Sachs a navenda wê li Amerîkayê ye, hişê çêkirî û bi wê ve girêdayî ew teknolojiyên ku pêşdikevin dikare 300 milyon kesan bêkar bihêle.

Herwaha li gor heman raportê ew karên ku hene jî dibe heqdestên wan de kêmbûnê li dû xwe bîne.

Li gor raporta bankaya veberhênanê ya pirnetewî ya Goldman Sachs a navenda wê li Amerîkayê ye, hişê çêkirî dibe ku bikeve cîhê 300 milyon kesên ku rojane kar dikin. Hişê çêkirî yê ku dikare bikeve cîha keda mirov û ji qasê ku ji keda mirov jî nayê cuda kirin dikare hilberînê bike, heta astekî pir pêş de pêşveçûn bidest aniye û di hilberîna mal û xizmetan de jî salane dê bibe sedem ku sedî 7 zêdeyiyê bidest bikeve.

Ji aliyê din ve li gor lêkolîna heman raportê de hatiye destnîşan kirin, îro karkerên ku kar dikin, sedî 60ê wan di karûbarên ku di sala 1960ê de nebûn, di karên bi wî rengî de kar dikin. Lê ji aliyê din ve hin lêkolînên din jî diyar dikin ku, piştî sala 1980yê guhertinên teknolojîk ên ku pêkhatine bûye sedem ku bêkariyekî zêde derkeve holê. Li gor heman raportê hişê çêkirî yê hilberîner wekî teknolojiya zanistî ya berê be, dê bibe sedem ku hejmara kesên ku karûbaran de cîh bigrin kêmbibe.

Dibe ku Xuliqkarî û hilberînê jî pir zêde bike

Di raportê de tê gotin, hişê çêkirî dikare karûbarên li Amerîka û Ewrupayê ji çaran yekê wê bicîhbîne û bi wê teknolojiyê ve girêdayî dibe ku qadên kar ên nû jî li gel xwe bîne û herwaha dibe ku xuliqkarî û hilberînê de sûdekî mezin bigehîne mirov.

Bendewarî hene di her sektorekî de di astên cuda de bandoran bike

Herwaha di raporta wê saziyê de tê gotin hişê çêkirî li ser her sektorekî dê bandorê bike û bi taybet di karûbarên îdarî û rêveberiyê de sedî 46, di pîşeyên wek huquqê de jî sedî 44ê kar xweber ango otomatîk bike. Lê ev rewş ji bo her sektorekî wekî hev nîne, di karûbarên avahîsaziyê de tenê dikare sedî 6ê kar ji hişê çêkirî re bê radest kirin. Herwaha karûbarên sererast kirin û lênêrînê de tene sedî 4ê kar dê ji bo hişê çêkirî bimîne.

Ji aliyê din ve Serokê beşa ‘’Pêşerojê karûbar û xebatê’’ yê Dibistana Oxford Martin a di bin sîvana Zanîngeha Oxfordê de kar dike Carl Benedîkt Frey jî vê derbarê de ragehand: ‘’Tenê tiştekî ku ez jê piştrastim hebe ew jî hişê çêkirî yê xuliqkar dê cîhê gelek karûbaran bigre û derveyî wê jî ti rêyekî din tine ye.’’

Frey nimûne li ser ChatGPT ya di demên dawiyê de ji rojevê nakeve jî da û diyar kir, robotên sohbetê yên bi bingehê hişê çêkirî xwedî şiyana nivîsandinê ne, ji mirov zêdetir dikare nivîs û gotaran binivsîne. Frey got, rojnamevanê di bin metirsiyê de ye û diyar kir: ‘’Ji bo rojnamevanan, eger daxwazekî zêde ya ji bo wî karî neyê kirin, ji ber dê bi hişê çêkirî ve ew pîşe bikeve bin givaş û milmilaneyê, rojnamevan dê destheqî vî karî de kêmdahatê re rû bi rû bimînin.

Herwaha Endamê Zanîngeha Oxfordê derbarê teknolojiya GPS a ku ketiye jiyana rojane de jî nimûne da û ragehand: ‘’Fikir bikin eger platformên wek GPS û Uber bikevin bazarê. Ji nişkava, li hemû bajaran zanîna rê û şeqaman êdî dê ji ber hişê çêkirî pir bi bi nirx nebe. Li gor lêkolînên me kirine ji ber wê jî ew ajokarên ku naha kar dikin, dê destheqên wan de jî sedî 10 qutbûn pêkbê. Ji ber bedîl ango alternatîfê wan heye.’’

Benedîkt Frey diyar kir, encamê de ne ku ajokarên kêmtir, dê destheqên kêmtir bixwe re bîne û diyar kir: ‘’Di wan çend salên li pêş me, hişê çêkirî yê xuliqkar dê bi awayekî berfireh hin kar û erkên xuliqkar û bandorên giring dê ava bike.’’

KURDŞOP
901 Dîtin

Bandora jineke pispor a Kurd li ser çêkirina mejiyê robotî li welatê Îtaliyayê

Li parêzgeheke Bakurê Kurdistanê cureyeke mişkê kor ku 3 milyon sale jiyan dike, hat keşif kirin

Koremişkên nû yên ku weke Talpa hakkarîensîs û Talpa davîdîana Tatvanensîs tên binav kirin, ser bi komeke naskirî ya ku xwedî guhandar û şîrmij pêk tên.

Bijîşkekî Kurd dilê dest çêkirî afirand

Li Amerîkayê ji bo wesayîta ku difire destûr hate dayîn

Mirov çawa dikare zimanekî din fêrbibe

Em gelek caran ecêbmayî dimînin ku bi yekî ku dikare bi yek an çend zimanên ku em nizanin an jê fêm nakin diaxive û dibe ku em ji yekî ku jêhatîbûna zimanê baş heye û bi biyaniyan re diaxive an çavkaniyên zimanên din bikar tîne çavnebariyê bikin.

Zanistan li ser dirêjkirina temenê mirov hin formûlên nû bidest xistin

Wekî ku tê zanîn her ku temenê mirov zêde dibe nexwaşiyên ku pêdikeve jî zêde dibin. Gelek sedemên wan nexwaşiyan hene û yek ji wan sedeman jî madeyên bi sûd ên di bedena mirov de kêm dibin û ew jî dihêle ku nexwaşî çêbin.

Di Cîhanê de cara yekem robota ku nefes digre, xwîdan dide û diricife hat xulqandin

Tê diyarkirin, robotê ku tekane mînake, wê ji bo pîvandina germa zêde ya li ser zindiyan bibe alîkar.

Şivanekî Geverî ji xurdeyan wesayîtek çêkir

Şivanê bi navê Murad Ozaras yê 29 salî ku ji navçeya Gever a bajarê Colemêrg  a Bakurê Kurdistanê ye, ji amûrên xurdeyan wesayîteke ku dikare demjimêrekî de heta 50 kîlometre lezê ve biçe, çêkir

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!